Yek ji rêberên olî yên Îranê ji vîrûsa koronayê mir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yek ji rêberên olî yê Komara Îslamîya Îranê Ayetullah Haşem Bathayî Golpayeganî, ji ber nexweşîna vîrûsa koronaya nû COVID19 can daye.
Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê nûçeya mirina Ayetullah Haşem Bathayî Golpayeganî ragihand û got, ew ji ber tûşbûna vîrûsa koronayê miriye.
Li gorî ragihandina îro 16ê Adarê ya Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanûş Cîhanpur hejmara miriyên ji vîrûsa koronayê li Îranê bûye 853 kes, tûşbûyên wê bûne 14 hezar 991 kes û 4 hezar û 996 kes jî ji wê nexweşînê baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin