Koska Spî: Biden ji vîrûsa koronayê bas bû, dikare vegere ser karê xwe!

27 July 2022 20:40 0 dîtin
Koska Spî: Biden ji vîrûsa koronayê bas bû, dikare vegere ser karê xwe!

PeyamaKurd - Koşka Spî ya Amerîkayê îro 27ê Tîrmehê li ser rewşa dawî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden ku 21ê mehê bi koronayê ketibû, daxuyanî da û eşkere kir, piştî pênc rojên tedawiyê, encama testa Joe Biden a Covid-19 negatîf derketiye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji ber pêketina vîrusa Koronayê (Covid-19) pênc roj in di karantînayê de bû û piştî derketina encama testa wî ya negatîf, biryare êdî Joe Biden vegere ser karê xwe.

Bijîşkê Serokatiya Amerîkayê Dr. Kevin O'Connor ragihandiye ku şeva borî û vê sibê, du car test bo Biden hatine kirin û herdu caran jî encamên wan negatîf derketine.

Dr. Kevin O'Connor gotiye, Serokê Amerîkayê Joe Biden dikare êdî derkeve derve û pêwîstî bi karantînayê nemaye.