Trump: Siyaseta Joe Biden di pirsên Afganistanê û vîrûsa Koronayê de sikest

16 August 2021 13:08 0 dîtin
Trump: Siyaseta Joe Biden di pirsên Afganistanê û vîrûsa Koronayê de sikest

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek li ser vekişîna Amerîka ji Afganistanê da û serweriya Talîbanê ya Afganistanê weke mezintirîn şikestina Amerîkayê bi nav kir.

Donald Trump bi daxuyaniyekê daxwaza dest ji kar vekişîna Serokê Amerîkayê Joe Biden kir. Herwiha Donald Trump di wê daxuyaniyê de destnîşan dike, siyaseta Joe Biden di pirsên Afganistanê û vîrûsa Koronayê de şikest.

Donald Trump diyar kir, vekişîna hêzên Amerîkayê ji Afganistanê û dagirkeriya Kabulê ji aliyê Talîbanê weke mezintirîn şikestina Amerîkayê bi nav kir.