Koska Spî: Biden ne nexwes e û li ser karê xwe ye

09 July 2024 14:03 0 dîtin
Koska Spî: Biden ne nexwes e û li ser karê xwe ye

PeyamaKurd - Di dema ku ji nav partiya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden dengên “Tenduristiya wî rê nade ku careke din serokatiya DYAyê bidomîne” bilind dibin de, li ser tenduristiya wî angaştên nû hatin kirin.

Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên domdar ên di derbarê tenduristiya Biden de û got ku nexweşiya Biden tune ye.

Rojnameya New York Timesê (NYT) li ser tomarên fermî angaşt ku “pisporekî nexweşiya Parkinsonê, di 8 mehên dawî de 8 caran serdana Qesra Spî kiriye.”

Berdevka Koşka Spî Jean-Pierre got li ser pirsên di derbarê vê angaştê de got: "Serok, ji ber nexweşiya Parkînsonê nehatiye dermankirin. Ew ne nexweş e û li ser karê xwe ye.?"

Di nûçeya NYTê de tê gotin ku tomarên serdanên Qesra Spî nîşan didin ku pizîşkê ku li Navenda Tenduristiya Leşkerî ya Neteweyî ya Walter Reed dixebite, di dema rêveberiya Barack Obama de di navbera 2012-2016 de jî serdana Qesra Spî kiriye.

Bidenê 81 salî jî sibeha Duşemê bi awayekî neçaverêkirî telefonî bernameya sibê ya MSNBC kir û got, "Ez naçim tu derê." Wî her wiha bang li endamên Partiya Demokrat ên ku bang li wî kirin ku dev ji namzediya serokatiya DYAyê berde jî kir û got: "Yan di kongreya meha bê de min bişopînin, yan jî li pişt min li dijî Trump bisekinin."