Rapora DIA: Rêberên payebilind ên El-Qaîde li Îranê dimînin

12 May 2022 21:04 0 dîtin
Rapora DIA: Rêberên payebilind ên El-Qaîde li Îranê dimînin

PeyamaKurd - Ajansa Ewlehîya Berevaniyê ya Amerîkayê (Defence Intelligence Agency) raporek pêşkeşî Komîteya Xizmetkariya Çekdarî ya Senatoya Amerîkayê kir ku tê de ragihand, rêberên payebilind ên El-Qaîde li nav Îranê dijîn û ew çavdêriya wan dikin.

Beriya niha rojnameya New York Times jî eşkere kiribû ku berpirsên Îsraîlê li ser daxwaza Amerîkayê, kesê duyem ê rêxistina El Qaîdê Ebû Mihemmed Elmîsrî û keça wî ku hevjîna Hemze Bin Laden bû, li koleneke bajarê Tehranê kuştine, lê Wezareta Derve ya rejîma Îranê ew nûçe red kiribû.

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku berpirsên rejîma Îranê ji bo bertek nîşandana li hember kuştina Qasim Silêmanî hewla birêvebirina karên terorîstî li dijî berpirsên Amerîkayê dikin.

Li gorî rapora Ajansa Ewlehîya Berevaniyê ya Amerîkayê Îranê ji bo dabînkirina alav û pêdiviyên leşkerî bi Koreya Bakur re jî hevkariyê dike.

Di beşek din a raporê de, behsa piştevaniya rejîma Îranê ya bo Husiyên Yemenê tê kirin û tê gotin, Îran hemû derfetên xwe yên leşkerî bi taybet balafirên pêşketî yên bêpilot ji bo dijayetîkirina li Erebistana Siûdî radestî Husiyan dike.