CENTCOM: 5 jê payebilind 37 DAISî û El Qaîdeyî hatin kustin

29 September 2024 17:28 0 dîtin
CENTCOM: 5 jê payebilind 37 DAISî û El Qaîdeyî hatin kustin

PeyamaKurd - Fermandehiya Navendî (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku di hêrişên hêzên wan ên li Sûriyeyê yên 16 û 24ê Îlonê de, di nav wan de serkirdeyên payebilind ên rêxistina Huras El-Dîn a girêdayî DAIŞê û El Qaîdeyê, bi giştî 37 kes hatine kuştin. 

Di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de CENTCOMê diyar kir ku di hêrişa 24ê Îlonê ya li bakur-rojavayê Sûriyeyê de berpirsê payebilind ê Hurras El Dîn Mervan Bassam Abdûl Reûf hatiye kuştin.

Hate ragihandin ku di hêrişa 16ê Îlonê ya li dijî kampeke perwerdehiyê ya DAIŞê de jî 28 endamên rêxistinê tevî herî kêm 4 berpirsan hatine kuştin.

Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de ev agahî dan:

"Ev hêrişên li dijî serkirde û endamên DAIŞ û Hurras El-Dîn a girêdayî El-Qaîdeyê, pabendbûna CENTCOMê ya bi armanca têkbirina mayînde ya rêxistinên terorîst, piştgirîdayîna wê ya aramiya herêmê nîşan dide."