CENTCOM: 44 DAISî hatin kustin

17 July 2024 13:55 0 dîtin
CENTCOM: 44 DAISî hatin kustin

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Îraq û Sûriyeyê di 6 mehan de 44 çekdarên DAIŞê kuştine.

CENTCOMê daneyên 6 mehên dawî yên hêrişên DAIŞê û operasyonên Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li dijî DAIŞê belav kirn.

CENETCOMê ragihanda ku hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bi hevakriya artêşa Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD), li Iraq, Rojavayê Kurdistan  û Herêma Kurdistanê, li dijî DAIŞê 196 operasyon pêk anîne.

Li gorî CENTCOMê di wan operasyonan de 44 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 166 çekdar jî hatine girtin.

Herwiha ji wan operasyonan 137 operasyonan, li Iraq û Herêma Kurdistanê pêk hatine û di wan operasyonan de 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 74 çekdar jî hatine girtin.