HSD: 5 DAISî hatin kustin, 34 jî hatin girtin
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bîlançoya operasyonên meha Tîrmeh û Tebaxê yên li dijî şaneyên DAIŞê ragihand.
HSDê eşkere kir ku hêzên wan têkoşîna xwe ya li dijî şaneyên terorî yên DAIŞê meha Tîrmeh û Tebaxê dewam kirine.
HSDê ragihand, “Di Tîrmeh û Tebaxê de 5 çeteyên DAIŞê hatin kuştin û 34 jî hatin girtin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hêzên me di şerê li dijî şaneyên terorî yên DAIŞê, şopandina tevgerên wê û rêgirtina li ber armancên wan yên têkbirina aramiyê li herêmê û xirakirina jiyana xelkê serkeftinên xwe dewam kirin.”
HSDê da zanîn, di mehên Tîrmeh û Tebaxê de hêzên wan bi giştî 16 çalakiyên serkeftî li dar xistine û 5 çekdar hatin kuştin û berpirs jî di nav de 34 jî hatin girtin.
Hate gotin ku 3 kesên hatine kuştin berpirs bûn û yek jî sala 2022yan êrîşa ser girtîgeha El-Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê plan kiribû û tevlî bûbû. Herwiha çekdarên hatine girtin jî, amadekariyên êrîşên terorî dikirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin