Li Bexdayê 4 DAISî hatin kustin, 4 jî hatin girtin
PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl ragihand ku 4 çekdarên DAIŞê li başûrê Bexdayê hatin kuştin.
Resûl da xuyakirin, bi hevkariya rêveberiya operasyonên Bexda û hêzên ewlekariyê, li herêma Enaz a li başûrê Bexdayê, 4 çekdar hatin kuştin.
Wezareta Parastinê ya Iraqî jî diyar kir ku 4 çekdar jî bi tawana terorê hatin girtin ku yek ji wan jin e.
Herwiha doh jî ji aliyê Dijîterora Iraqê ve hatibû ragihandin ku bi îstixbarata wan û bombardimana balafirên hevpeymaniya navdewletî li Dêrazorê Walîyê Iraqê yê DAIŞê Mutez Noman El-Cibûrî hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin