HSD: DAISîyek hat kustin 3 jî hatin girtin
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêrazorê di encama operasyona li dijî şaneyên DAIŞê de, DAIŞîyek hatiye kuştin û 3 jî hatine desteserkirin.
HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, “Hêzên me û Yekîneyên Taybet yên li dij Terorê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî, li gundewarên bakurê Dêra Zorê rêze operasyon pêk anîn. Di operasyona yekem de çeteyê bi navê “Xalid El-Xelîfe El-Suhêl” hate girtin. Di operasyona duyemîn de jî çeteyên bi navê Feysel Mihemed Mubarek hatin girtin.”
Hate diyarkirin, roja Pêncşema borî, du çekdarên DAIŞê sivîlê bi navê “Hesen El-Hisên El-Selame” dişopand û dema ji mala xwe ber bi gundê “El-Curdî” yê “Hecîn” ve diçû çekdaran ew kirin hedef, lê hêzên HSDê rê li ber wan girtin. Di encamê de çekdarek hate kuştin û yên din jî bi birîndarî hate girtin.
Herwiha HSDê daye xuyakirin, çekdarên hatine girtin, di salên borî de tevlî DAIŞê bûne û piştî têkbirina DAIŞê derbasî Tirkiyê bûne. Hate gotin ku ew kes di van demên dawî de careke din ji bo kiriyarên terorî vegeriyabûn herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin