CENTCOM: Fermandarekî payebilind ê Hurras el-Dînê li Sûriyeyê hat kustin
PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku fermandarekî payebilind ê koma cîhadîst a çekdar Hurras El-Dîn ku baskê El Qaîdê yê Sûriyeyê ye, di êrîşeke asmanî de li bajarê Danayê yê Idlibê hatiye kuştin.
Hat ragihandin ku kesê ku ji aliyê balefirên bêmirov ên Koalîsyona Navdewletî ve hatiye hedefgirtin, berê efserê ewlekariya navxweyî yê Hêza Hîras El-Quds bû.
Ev êrîş sêyemîn operasyona mezin e ku ji aliyê Amerîkayê ve li Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Esed pêk hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin