Fermandarekî payebilind ê Îranê, li Suriyeyê hat kustin

23 November 2022 18:00 0 dîtin
Fermandarekî payebilind ê Îranê, li Suriyeyê hat kustin

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a Tesnimê, fermandarekî payebilind ê Sûpaya Pasdaran, li Suriyeyê hatiye kuştin. Hat ragihandin ku Îran, Îsraîlê wekî berpirsê bûyerê dibîne.

Di nûçeya hat parvekirin de hat eşkerekirin ku di 21ê Mijdarê de Serheng Dawid Ceferî yê ji Sûpaya Pasdaran a Îranê, li nêzîkî Şamê, ji ber teqîna bombeyeke çandî can daye.

Hat diyarkirin ku Ceferî ji bo erka şêwirmendiya leşkerî li Suriyeyê dima û wekî Şêwirmendê Hêzên Asîmanî û Fezayê yê Supayê Pasdaran kar dikir.  Li ser vê bûyerê hat diyarkirin ku rayedarên Îranê, Îsraîlê berpirsiyar dibînin.

Supaya Pasdaran, bi sedema ku tirbên Şiîyan biparêzin û xizmeta şêwirmendiya leşkerî bidin artêşa rejîma Esad, ji sala 2011an ve li Suriyeyê cihê xwe digire. Ji ber ku Îsraîl jî hebûna Îranê li ser axên Suriyeyê ji bo xwe wekî gef dibîne, bi êrîşên asîmanî êrîşî hedefên li Suriyeyê dike.