Li Stenbolê 22 kes ji vexwarina alkola sexte mirin

17 December 2021 18:37 0 dîtin
Li Stenbolê 22 kes ji vexwarina alkola sexte mirin

PeyamaKurd – Di demên dawî de ku li Tirkiyê bihayê alkolê gelekî zêde bûye, kesên alkolê bi kar tînin berê xwe didin alkola sexte ya arzan ku ew jî dibe sedema mirina gelek kesan.

Parêzgariya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajêr ji ber alkola sexte bi giştî 22 kesan can daye û metirsîya jiyanî li ser 16 kesên din ên alkola sexte vexwarine jî berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, li gor tespîtên tîmên cenderme û polîsan yê derbarê jehrîbûna bi alkola sexte de, 46 kesan serlêdana nexweşxaneyan kiriye û 11 ji wan welatiyên biyanî bi giştî 22 kesan ji ber alkola sexte can dane.

Parêzgariyê daye zanîn, 5 ji wan biyanî 16 kes jî rewşa wan a jiyanê di metirsiyê de ye.

Hatiye ragihandin ku ji ber firotin û çêkirina alkola sexte ji 12 gumanbaran 4 kes hatine girtin û ji bo 2 kesan jî biryara kontrola edlî hatiye dayîn. 

Hêjayî bibîrxistinê ye, sala 2020an jî li Tirkiyê ji ber alkola sexte nêzîkî 100 kes miribûn.