Li Stembolê ji ber alkola sexte 30 kes mirin
PeyamaKurd – Li Stembolê ji 83 kesên ku ji ber alkola sexte serî li nexweşxaneyan dabû, 30 kes mirin.
Li gor nûçeya AAyê 83 kesan bi hincetên têkildaeî vexwarina alkola sexte serî li nexweşxaneyên cuda yên bajêr da.
Ji van nexweşan 30 kes mirin ku bi metanolê jehrî bûbûn, 4 kesên ku tedawiya wan bi dawî bû jî hatin tehliyekirin.
Tedawiya 31 kesan di lênihêrîna giran de û ya 18 kesan jî di beşa normal de berdewam dikin.
Ji 65 kesên ku bi alkola sexte jehrî bûn û ew li seranserê bajêr rakiribûn nexweşxaneyan, 19 kes tevî midaxeleyan jî mirin û 3 kes jî piştî tedawiyên pêwîst tehliye bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin