Li rojhilatê ji ber alkola sexte 6 kes mirin
Peyamakurd - Hejmara qurbanîyên vexwarina alkola sexte li rojhilatê Kurdistanê gihîşte 6 kesan û 58 kes jî li çend bajarên parêzgeha Ûrmiyê û Sinê bi jehrî ketin.
Rêveberê Beşa Çareserkirinê li Zanîngeha Zanistî ya Bijîşkî ya li parêzgeha Ûrmiyê Elî Şerq ragihand, ku di rojên borî de 5 kes li wê parêzgehê ji ber vexwarina alkola sexte jiyana xwe ji dest dane û 35 kes jî ku xelkê bajarên Bokan, Ûrmiye û Pîranşarê bûn, bi jehrî ketin.
Elî Şerq eşkere kir, 14 kesên ku bi jehrî ketibûn ji nexweşxaneyê derketin, lê 21 kes têne dermankirin û rewşa 4 kesan ji wan jî giran e. Herwiha roja yekşemê li bajarê Bane yê parêzgeha Sineyê, welatîyekî 24 salî ji ber vexwarina alkola sexte jîyana xwe ji dest dabû û 23 kes jî bi jehrî ketibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin