Rojhilat | Hejmara kesên ku ji ber alkola sexte mirine zêde bûne

06 May 2019 12:56 0 dîtin
Rojhilat | Hejmara kesên ku ji ber alkola sexte mirine zêde bûne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di du mehên dawiyê de li herêma Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber vexwarina alkola sexte herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Berpirsê Navenda Rewşên Awarte ya Urmiyê Baqir Behramî ji çapemeniya Îranê re gotiye, di nav 2 mehên borî de 127 kes li herêma Urmiyê ji ber vexwarina alkola zexte jehrî bûne.

Behramî daye zanîn ku ji wan kesên ku jehrî bûne 10 kean jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî amar û agahiyên wî berpirsê Urmiyê, ji wan kesên ku mirine 6 kes xelkê bajarê Urmiyê bûne, 2 kes xelkê Bokanê, yek xelkê Mehabadê û yek jî xelkê Pîranşarê bûne.