Rojhilat | Li Urmiyê 4 kesên din can dan, hejmara tûsbûyan 2 hezar derbas kir
PeyamaKurd - Serokê Zanîngeha Zanistên Tibê ya Urmiyê, Dr. Cewad Aqazade ragihand, di 24 saetên dawî de 82 kesên din li parêzgehê tûşî vîrusa koronayê bûne û hejmara tûşbûyên vîrusê gihîştiye 2 hezar û 106 kesan.
Cewad Aqazade da xuyakirin, “Di nava 24 saetên borî de 4 kesan li parêzgeha Urmiyê ji Covid-19 can dane û hejmara miriyan gihîştiye 153 kesan.”
Aqazade herwiha da zanîn ku ji destpêkê ve heta niha 1 hezar û 287 kes ji nexweşên Covid-19 baş bûne.
Li gorî daxuyaniya Cewad Aqazade rêjeya herî zêde ya pêketin û mirina bi koronayê li bajarên Urmiye, Kela Xwê (Xoy), Bokan, Miyandûav û Mihabadê ye.
Cewad Aqazade got, “Li Urmiyê 711 kes, li Kela Xwê 366 kes, li Bokanê 189 kes, li Miyandûavê 196 kes û li Mihabadê 128 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, li Şahîndêj 83 kes, li Tikabê 82 kes, li Selmasê 85 kes, li Nexedeyê 64 kes, li Pîranşarê 45 kes, li Makoyê 31 kes, li Serdeştê 27 kes, li Şinoyê 27 kes, li Çaypare 20 kes, li Şotê 20 kes, li Poldeştê 19 kes û li Çaldiranê jî 13 kes bi koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiya Îranê jî ragihandiye ku heta niha 85 hezar û 996 kes bi vîrusa korona ketine û 5 hezar û 391 kesan jî daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin