Li Urmiyê 6 kesên din ji Covid-19 can dan, hejmara tûsbûyan derket 750 kesan

02 April 2020 14:29 0 dîtin
Li Urmiyê 6 kesên din ji Covid-19 can dan, hejmara tûsbûyan derket 750 kesan

PeyamaKurd - Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hejmara miriyên vîrusa korona û tûşbûyên wê her diçe zêde dibe.

Li gorî zanyariyên dawî di 24 demjimêrên borî de 25 kesên din tûşî vîrusê bûne û 6 kesan jî can daye ku hejmara tûşbûyan gihîştiye 750 kesan.

Li gorî daxuyaniya Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Urmiyê, Dr. Cewad Aqazade li parêzgehê Urmiyê pişkinîna koronayê ji bo 1,913 kesan hatiye kirin û herî dawî encamên pişkinînên 25 kesên din pozîtîv derketiye û hejmara giştî ya kesên ku li parêzgeha Urmiyê bi vîrusa koronayê ketine jî gihîştiye 750 kesan.

Aqazade ragihandiye ku li ser asta parêzgehê di 24 demjimêrên derbasûyî de 6 kesên din bi sedema Covid-19 can dane û hejmara qurbaniyên vîrusê li parêzgeha Urmiyê gihîştiye 66 kesan.

Herwiha ji destpêkê niha 393 kes ji tûşbûyên koronayê baş bûne ku 8 kes ji wan di 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Li gorî ragihandina Cewad Aqazade rêjeya herî zêde ya tûşbûna bi koronayê li bajarê Urmiye, Kela Xwê (Xoy), Bokan, Miyanduav û Mihabadê hatiye tomarkirin.

Li Urmiyê 229 kes, li Kela Xwê 113 kes, Bokan 83 kes, Miyanduav 76 kes û li Mihabadê jî 46 kes heta niha bi vîrusa Covid-19 ketine.

Li bajarokên din ên parêzgeha Urmiyê amarên dawî wiha ne:

“Li Şahîndêjê 41 kes, Tekab 26, Selmas 19, Nexede 23, Serdeşt 21, Şino 15, Mako 14, Pîranşar 22, Serdeşt 21, Poldeşt 6, Çaldiran 5, Şot 7 û Çaypare 4 kes bi koronayê ketine.”

Amarên dawî yên Urmiyê piştî ku zarokek ji dayik bûye û di zikê dayika xwe de tûşî koronayê bûye hatine belavkirin.

Li gorî amarên fermî li seranser Îranê di 24 saetên dawî de 124 kesên din can dane û hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 160 kesan.