Li Hewlêrê hejmara kesên ji Covid-19 bas bûne gihîst 162 kesan
PeyamaKurd – Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kesekî din li hejmara kesên ji vîrusa koronayê baş bûne zêde bû û hejmara kesên bi temamî baş bûne gihîşt 162 kesan.
Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed îro Çarşemê ragihand, tûşbûyekê din yê vîrusa koronayê piştî wergirtina çareseriya pizîşkî bi temamî baş bûye û vegerîya nav malabata xwe.
Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê herwiha eşkere jî kir ku heya niha 162 tûşbûyên nexweşiya Covid-19 li Hewlêrê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh li bajarê Soran 10 kesên din bi vîrusa korona ketibûn û jinekê jî ji heman nexweşiyê can dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin