Damari: Li cîhanê hejmara kesên ji cih û warê xwe bûne gihîstiye 48 milyon kesan
PeyamaKurd – Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî civiya û di civînê de diyar kir, ji ber şer û pevçûnên çekdarî hejmara kesên ji cih û warê xwe bûne, gihîştiye 48 milyon kesan.
Raportora Taybet bo Awareyan a Neteweyên Yekbûyî Cecilia Jimenez Damari di civînê de dazanîn: “Hejmara kesên ku ji ber pevçûn û tundiya çekdarî li seranserê cîhanê aware bûne, gihîşt 48 milyon kesan û ev hejmar heta niha hejmara herî bilind e.”
Cecilia Jimenez Damari eşkere kir: “Di vê rewşê de ku pevçûna çekdarî û belavbûna tundiyê tevlihev bûye, pêkanîna rêzgirtina li mafên navdewletî yên mirovî û rêzgirtina li mafên mirovan her ku diçe dijwartir dibe.”
Damari destnîşan kir, ji ber şer û pevçûnên li piraniya cîhanê û karesatên sirûştî ku xelkê ji cih û warên wan dikin, dibe ku rewşê xerabtir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin