NY: Hejmara kesên aware bûne gihîstiye 82 milyon û 400 hezar kesan

19 June 2021 09:32 0 dîtin
NY: Hejmara kesên aware bûne gihîstiye 82 milyon û 400 hezar kesan

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir; hejmara kesên ku ji ber nakokî û çewsandinê û binpêkirina mafên mirovan neçar bûne ku cih û warên xwe bi cih bihêlin, gihîştiye zêdetirî 82 milyon kesan.

Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê destnîşan kir; hejmara wan kesên ku ji ber nakokî û çewisandin û binpêkirina mafên mirovan li seranserê cîhanê aware bûne, di van deh salên dawî de du qat zêde bûne û hejmara wan gihîştiye 82 milyon û 400 hezar kesan.

Herwiha li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, %70yê awarebûnê, li welatên Sûriye, Venezuela, Efxanistan, Miyanmar û Başûrê Sûdanê ye.