Li cîhanê hejmara kesên ji Korona bas bûne 9 milyon kes derbas kir
PeyamaKurd - Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 9 milyon û 742 hezar û 879 kesan.
Li gorî amarên malpera "Worldometer"ê, heta niha li seranserî cîhanê 9 milyon û 742 hezar û 879 kes ji vîrusa Korona baş bûne, 15 milyon û 945 hezar û 37 kes bi Korona ketine, 642 hezar û 775 kesan jî ji ber Korona can dane.
WHO da zanîn ku di 24 saetên dawî de, ji 284,000 hezar kesan pirtir pêketîyên nû yên vîrusa korona hatine tespît kirin.
Welatên herî zêde nexweşiya Korona lê belav dibin: ‘‘Amerîka, Brezîlya, Hîndistan, Rûsya, Başûrê Efrîqayê, Perû, Meksîka, Şîlî, Îspanya, Brîtanya, Îran, Pakîstan, Siûdî Arabîstan, Îtalya, Kolombîya, Tirkiye, Bangladêş, Almanya, Fransa, Arjantîn, Kanada, Qeter, Iraq, Endonezya, Misir û Çîn.” e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin