Li cîhanê hejmara kesên ji Korona bas bûne 10 milyon kes derbas kir

28 July 2020 09:30 0 dîtin
Li cîhanê hejmara kesên ji Korona bas bûne 10 milyon kes derbas kir

PeyamaKurd - Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 10 milyon û 234 hezar û 971 kesan.

Li gorî amarên malpera "Worldometer"ê, heta niha li seranserî cîhanê 10 milyon û 234 hezar û 971 kes ji vîrusa Korona baş bûne, 16 milyon û 650 hezar û 148 kes bi Korona ketine,  656 hezar û 621 kesan jî ji ber Korona can dane.

Welatên herî zêde nexweşiya Korona lê belav bûye: ‘‘Amerîka, Brezîlya, Hîndistan, Rûsya, Başûrê Efrîqayê, Meksîka, Perû, Şîlî, Îspanya, Brîtanya, Îran, Pakîstan, Siûdî Arabîstan, Kolombîya, Îtalya, Tirkiye, Bangladêş, Almanya, Fransa, Arjantîn, Kanada, Iraq, Qeter,  Endonezya, Misir, Kazakîstan û Çîn.” e.