COVID-19 | Hejmara kesên bi koronayê ketine nêzî 4 milyonan bû

08 May 2020 12:41 0 dîtin
COVID-19 | Hejmara kesên bi koronayê ketine nêzî 4 milyonan bû

PeyamaKurd - Li seranserê cîhanê, hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da 270 hezarî derbas kir û hejmara  kesên enfekte bûne nêzîkî 4 mîlyonan bû.

Li gorî daneyên Malpera “Worldometers”ê hejmara kesên bi koronayê nifşê nû (Covid-19) ketine gihişt 270 hezar û 740 kesan û hejmara kesên enfekte bûne jî weke 3 milyon 917 hezar û 999 ke hat eşkerekirin. 

Li gorî daneyên wê malperê, 10 welatên ku herî zêde lê haletên tûşbûnê hene wiha ne:

Amerîka  milyonek 292 hezar û 850, Spanya 256 hezar û 855, Îtalya 215 hezar û 858, Brîtanya 206 hezar û 715, Rûsya 177 hezar û 160, Fransa 174 hezar û 791, Almanya 169 hezar 430, Brezîlya 135 hezar 773, Tirkiye 133 hezar û 721 û Îran 103 hezar û 135. 

Li Herêma Kurdistanê heta niha 48 hezar û 804 testên vîrusa koronayê hatine kirin û 391 haletên tûşbûna koronayê hatine tomarkirin ku ji wan 350 kes baş bûne, 5 kes mirine û 36 kes jî li nexweşxaneyan in.