Li Rûsyayê hejmara kesên bi koronayê ketine ji Îtalya û Brîtanyayê borî

11 May 2020 12:27 0 dîtin
Li Rûsyayê hejmara kesên bi koronayê ketine ji Îtalya û Brîtanyayê borî

PeyamaKurd – Li gorî daneyên dawiyê, li Rûsyayê hejmara kesên bi koronayê ketine ji Îtalya û Brîtanya derbas kiriye.

Li Rûsyayê hejmara heletên tûşbûyî zêde dibe û di 24 saetên dawiyê de 11 hezar 756 kesên din enfekte bûn û hejmara kesên enfektebûyî gihişt 221 hezar û 344 kesan. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî wekî 2 hezar 9 kesan hat eşkerekirin.

Yekem haleta tûşbûnê li Rûsyayê 31ê Meha Çile li herêma Transbaykal a Sîbiryayê hatibû tomarkirin û vara pêşî di 19ê Adarê de li Moskowayê jineke 79 salî jiyana xwe ji dest dabû.

Serokwezîrê Rûsyayê Mixaîl Mişustin, Wezîrê Karûbarên Pîşesaziyê Vladimir Yakuşev, Wezîrê Çandê Olga Lyumbiomva û hin parlementerên paskê jêrînê a Dumaya dewletê jî bi Covid-19ê ketibûn.

Şaredariya Moskowayê dema tevdîrên xwe yên li dijî belavbûna koronavîrusê heta dawiyê meha Gulanê dirêj kirine lê ji sibe û pê ve xebatkarên avahîsazî û pîşesaziyên dê bikaribin kar bikin.