Li Amerîkayê hejmara kesên bi koronayê ketine ji 2 milyonan derbas kir

15 June 2020 11:16 0 dîtin
Li Amerîkayê hejmara kesên bi koronayê ketine ji 2 milyonan derbas kir

PeyamaKurd - Li Amerîkayê hejmara kesên bi koronayê ketine zêde dibe û heta niha li wî welatî zêdetir ji 117 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daneyên dawiyê yên îro  Duşemê (15.06.2020) bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê gihiştiye 2 milyon û 162 hezar û 228 kesan.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha li Amerîkayê 117 hezar û 858 kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 870 hezar û 50 kes jî baş bûne.