Li Iraqê hejmara kesên ji ber Covid-19ê mirine derketiye 14 kesan

20 March 2020 10:49 0 dîtin
Li Iraqê hejmara kesên ji ber Covid-19ê mirine derketiye 14 kesan

PeyamaKurd – Li Iraqê hejmara kesên ji ber koronavirusê (Covid-19ê) 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine derketiye 14 kesan.

Li gorî zanyariyên parêzgarê Besrayê Esad el Iydanî, ji ajansa fermî ya Iraqê INAyê re ragihandiye, kesekî din ji ber koronavirûsê (Covid-19) jiyana xwe ji dest daye û hejmara kesên ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest dane derketiye 14 kesan.

Sezgeha tendurstiyê ya Parêzgariya Zikar jî bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku li  Nexweşxaneya el Huseyni kesekî ji ber vîrûsê canê xwe ji dest daye.

Bi vê yekê re hejmara kesên ji ber koronavirusê can dane derketiye 14 kesan.

Demek berê hatibû ragihandin ku li Iraqê 12 kesan ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest daye.