Hejmara kesên ji ber koronayê mirine ji 350 hezarî borî
PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara kesên ji ber koronayê mirine gihiştiye 352 hezaran û hejmara haletên tûşbûnê jî ji 5 milyonan derbas kiriye.
Hejmara qurbaniyan koronaya nifşê nû (Covid-19) her diçe zêdetir dibe û hejmara kesên ji ber koronayê mirine gihiştiye 352 hezaran.
Li gorî malpera Worldmeterê, Hejmara haletên tûşbûnê jî gihişt 5 milyonan û 687 hezar û 810 kesan.
Herî zêde li Amerîkayê xelk bûne qurbaniyên koronayê. Piştî Amerîkayê welatên Brezîlya û Rûsyayê tên.
Li Tirkiyê û bakurê Kurdisanê heta niha 158 hezar û 762 haletên tûşbûnê hatine tomarkirin û ji wan 4 hezar 397 kesan jiyana xwe ji dest daye û 120 hezar û 507 kes jî baş bûne û çûnê malên xwe.
Hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine ji 500î boriye, ku ji vê hejmarê 403 kes baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin