Li Çînê hejmara kesên ji ber nexwesiya koronayê mirine derket 1114an

12 February 2020 12:41 0 dîtin
Li Çînê hejmara kesên ji ber nexwesiya koronayê mirine derket 1114an

PeyamaKurd - Li welatê Çînê ji ber nexweşiya vîrusa koronayê hejmara kesên ku can dane derket 1114an, hejmara kesên ku vîrus ketiye canê wan jî derket 44 hezar û 653an.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), ji ber nexweşiya vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV)yek jê li Hong Kongê bi tevahî hejmara miriyan derketiye 1114an.

Hat diyarkirin 8 hezar û 204 jê giran, hejmara kesên ku vîrus ketiye canê wan jî derket 44 hezar û 653an.

Di daxuyaniyê da hat gotin hejmara kesên ku jê dikevin şikê vîrus gihîştiyê wan derket 16 hezaran. Hejmara kesên ji ber ku bi kesên vîrus gihîştiye wan ra temasa wan çêbûye û ji ber vê li wan dikevin şikê û tên kontrolkirin jî derket 185 hezar û 37an.

Li Çînê tevahî 2 hezar û 15 kesên nû da vîrûs hat dîtin ku jê 1638 kes li eyaleta Hubeyê ya ku navenda vîrusa koronayê ye ne.

Tirkiye jî di nav da gelek weletan welatiyên xwe yên li Çînê asê mane anîbûn. Ji ber ku vîrus li dinyayê gelek welatan belav bû, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) rewşa lezgîn ragihandibû.