Diyarbekir | Hejmara kesên bi Koronayê dikevin her diçe zêdetir dibe

18 August 2021 13:03 0 dîtin
Diyarbekir | Hejmara kesên bi Koronayê dikevin her diçe zêdetir dibe

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê, hejmara kesên bi Koronayê dikevin her diçe zêdetir dibe û li gorî daneyên Jûra Bijişkên Diyarbekirê, rojane 2 hezar û 300 kes bi Koronayê dikevin û di nexweşxaneyan de jî 650 nexweş tên dermankirin.

Li Diyarbekirê belvabûna Koronayê di asteke metirsîdar de berdewam e ku li gorî daneyên ji aliyê Jûra Bijişkan a Diyarbekir ve hatine parvekirin, rojane kêmzêde 5 hezar test tên kirin û ji van testan jî 2 hezar 300 test pozîtîf derdikevin. Derbarê vê rewşê de jî bijişk balê dikêşin kêm eleqeya derzîkirinê.

Rêveberê Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyubî Sedat Ozkul destnîşan dike, li Diyarbekirê hîn jî eleqeya ji bo derziyê negihîştiye asteke baş û ev yek dibe sedem pêketin zêdetir bibe û bi vê yekê ve girêdayî jî li nexweşxaneyan ji bo dermankirina pêketiyan beşên nû tên vekirin.

Serbijişkê Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyubî, Sedat Ozkul daye zanîn: “Li nexweşxaneya me hejmara kesên ku li serwîsê ji ber Koronayê tên dermankirin 44 e, lê beşa me ya lezgîn ji nexweşan tije bûye û ji ber vê yekê em neçar man ku beşeke nû ya lezgîn bo nexweşan vekin. Rewş metirsîdar e, sedem kêmderzîbûn e. Tekane rêbaza xweparastinê ji  Koronayê derzî ye. Bila welatiyên me derziyê bi kar bînin. Ji bo parastina xwe û heskiriyên xwe bila derziyê li xwe bidin.”

Li Diyarbekirê hejmara derziyên hatine bikaranîn, milyonek derbas kiriye û hejmara kesên 2 caran derzî li xwe dane jî 353 hezar e. Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiyê jî, li  Diyarbekirê rêjeya bikaranîna derziyê %53 ye û bijişk didin zanîn, ji bo ku rê li ber pêketina metirsîdar were girtin, divê rêjeya bikaranîna derziyê bibe %75.