Diyarbekir | Hejmara kesên biryara desteserkirinê hatiye dayîn zêde bû
PeyamaKurd – Piştî erdhejên mezin ên Mereşê ku li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê jî nêzî 30 avahî ruxiyan û bi sedan welatî di bin kavilan de man, serdozgeriyê biryara desteserkirina berpirsên çêkirina wan avahiyên hilweşiyayî da.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ku pêşî ji bo 29 kesan biryara binçavkirinê dabû, niha hejmara kesên bên desteserkirin gihîşt 33 kesan ku lêpirsîna li ser berpirsên çêkirina wan avahiyên hilweşiyayî dewam dike.
Li gorî zanyariyan di nav kesên gumanbar de, mitahîdên wan avahiyan jî hene.
Tenê li Diyarbekirê heta niha nêzî 300 kesan di bin avahiyên ruxiyane de can dane û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin