Hejmara kesên bi koronayê ketine ji milyonek û 700 hezarî borî

11 April 2020 11:37 0 dîtin
Hejmara kesên bi koronayê ketine ji milyonek û 700 hezarî borî

PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi koronayê ketine ji milyonek û 700 hezarî borî. Hejmara kesên ji ber wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane jî ji 102 hezaran borî.

Li gorî zanyariyên dawî, hejmara kesên bi koronaya nifşê nû (Covid-19) ketine, gihişt milyonek û 700 hezar û 4 kesan.

Heya niha 102 hezar û 743 kes bi wê nexweşiyê mirine û 376 hezar 521 ke jî baş bûne û ji nexweşxaneyê derketin.

Vîrusa koronayê cara ewil libajarê Wuhan ê Çînê derketibû û li seransê cîhanê belav bûbû ku heya niha zêdetirî milyone û 300 hezar kes pê ketiye û hejmara qurbaniyan jî gihiştiye 100 hezarî.