Hejmara kesên bi koronayê ketine nêzî milyonekê dibe
PeyamaKurd - Hejmara kesên bi vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) li seranserê cîhanê nêzî milyonek kesan dibe.
Li gor daneyên dawîn yên çavdêriya vîrusa koronayê yên îro, hejmara kesên bi koronayê ketine li Amerîkayê gihştiye 216 hezar û 761 kesan. Herwaha li Îtalyayê 110 hezar û 820 kes û li Îspanyayê jî gihişt 104 hezar û 118 kesan, li Çînê 81 hezar û 589 kes e.
Coronavirus Update:
— Coronavirus CoVid-19 Updates (@subgap) April 2, 2020
☣️️ Total cases: 936,204 (+247) ☣️️
⚠️ Current cases: 694,377 (-49) ⚠️
⚰️ Deaths: 47,249 (+4) ⚰️
? Recovered: 194,578 (+292) ?
Updated every 2 hours#Coronavirus #COVID19 #COVIDー19
Source: https://t.co/nFY1m01jUg
Li gorî zanyariyên wê lîsteyê, li seranserê cîhanê 937 hezar û 137 kes bi koronayê ketine û ji wê hejmarê 423 hezar û 849 kes li welatên din ên cîhanê yên derveyî Amerîka, Îtalya, Spnayayê û Çînê ber wê vîrusê ketine.
Li gor lîsteya îro, hejmara qurbaniyên li Çînê gihiştiye 3 hezar û 312 kesan. Li Amerîkayê 5 hezar û 149 kes, li Îspanyayê 9 hezar û 387 kes û li Îtalyayê jî gihşt 13 hezar û 211 kesan. Li welatên din ên cîhanê jî gihişt 16 hezar û 297 kesan.
Hejmara herî zêde ya qurbaniyên derveyî Îtalyayê, li Çîn û Amerîka û Îspanyayê ye. Li Îranê 3 hezar û 36 kes, li Fransayê 4 hezar û 32 kes, li Brîtanyayê 2 hezar û 352 kes, li Holandayê hezar û 137 kes, li Koreya başûr 165 kes, li Almanyayê 929 kes, li Belçîkayê 828 kes, li Swîsreyê 488 kes û li Tirkiyê jî 277 kes hatine tomarkirin.
Li gor van amaran jî, heta niha, li Herêma Kurdistanê 188 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne, 61 kes baş bûne û 2 kes jî bi wê vîrusê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin