Hejmara kesên bi koronayê ketine ji milyonekê borî

03 April 2020 10:24 0 dîtin
Hejmara kesên bi koronayê ketine ji milyonekê borî

PeyamaKurd - Hejmara kesên bi vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) ketine li seranserê cîhanê ji milyonekê borî.

Li gor daneyên dawîn yên çavdêriya vîrusa koronayê yên îro, hejmara kesên bi koronayê ketine bû milyonek û 15 hezar û 850 kes.

li Amerîkayê gihiştiye 216 hezar û 761 kesan. Herwaha li Îtalyayê 110 hezar û 820 kes û li Îspanyayê jî gihişt 104 hezar û 118 kesan, li Çînê 81 hezar û 589 kes e.

Li gor van amaran jî, heta niha Wezareta Tenduristîya Îraqê bi daxuyaniyekê ragihand, 44 tûşbûyên nû yên Covid-19 li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Vîrusa korona bi rêzê herî zêde li Îtalya, Spanya, Amerîka, Fransa û Çîn însan kuştine.
 

Hejmara giştî ya tûşbûyan li Iraqê û Herêma Kurdistanê 772 kes in ku 190 ji wan li Herêma Kurdistanê ne. Heta niha 2 kes li Herêma Kurdistanê 52 kes jî li Iraqê, 54 kesan ji vîrusa korona can daye û hejmara kesên baş bûne jî 202 kes in.