Hejmara kesên bi koronayê ketine ji milyonek û 300 hezarî borî
PeyamaKurd – Koronavirusa nifşê nû (Covid-19) her diçe belavtir dibe û li seranserê cîhanê hejmara haletên tûşbûyî gihiştiye milyonek û 300 hezar kesî.
Hejmara kesên ji ber koronaya nifşê nû (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane ji 74 hezaran boriye.
Heya niha 277 hezar kes ji ber wê nexweşiyê baş bûne û nexweşxaneyê derketine.
Li Amerîka 386 kes, li Brîtanya 52 hezar, li Almanya 103 hezar û li Tirkiyê jî 30 hezar kes enfekte bûne û 649 kesan jî ji ber wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.
Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi koronayê ketine 285 kes in. Herwiha li herêm Kurdistanê 105 nexweş baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin