Wan | Ji bo 30 kesên besdarî protestoyên mazbatayê bûbûn biryara girtinê hat dayîn

08 April 2024 17:36 0 dîtin
Wan | Ji bo 30 kesên besdarî protestoyên mazbatayê bûbûn biryara girtinê hat dayîn

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji 260 kesan 30 kesên li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber protestoya biryara dayîna mazbataya şaredariyê bo namzedê AK Partiyê hatibûn binçavkirin, biryara girtinê hate dayîn.

Di protestoyên bajarê Wanê yên ji bo erka şaredariyê li namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bê vegerandin de, di nav du rojan de 260 kes hatibûn binçavkirin. Hate ragihandin ku ji 260 kesan ji bo 30 kesan biryara girtinê hatiye dayîn.

Li gorî zanyariyan, welatiyên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ên li Navenda Asayîşê sewqî dadgehê hatine kirin û ji bo 30 kesan biryara girtinê hatiye dayîn.

Hate zanîn ku ji kesên binçavkirî 15 zarok in, 10 jî parêzer in.