Li Hindistanê 13 kesên besdarî merasimekê bûn ji ber tavê mirin

18 April 2023 10:31 0 dîtin
Li Hindistanê 13 kesên besdarî merasimekê bûn ji ber tavê mirin

PeyamaKurd – 13 kesên ku li eyaleta Maharashtra ya Hindistanê beşdarî merasimekê bûn ji ber tavê mirin.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Hindistanê de cih girtin, do li qada vekirî ya li navçeya Kharghar a Navî Mumbaî ya Maharashtra ya li rojavayê welêt merasîma xelatdayînê hat lidarxistin.

Li herêma ku germahiya hewayê 38 pile bû, beşdarên merasîmê ji germê bandor bûn, gelek jin ji ser hişê xwe ve çûn.

Di merasîmê de 9 ji wan jin û 13 kesên temenê wan di navbera 30 û 64 salî de, ji ber tavê jiyana xwe ji dest dan.

Ji zêdeyî 20 kesên ku ji ber germê bandor bûne û rakirin nexweşxaneyê tedawiya 8 kesan jî didome.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya ji aliyê Polîsê Navî Mumbaî ve hat dayîn de hat destnîşankirin, di bûyerê de qelebalix çênebûye.

Di vê navberê de li gor daneyên Midûriyeta Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) germahiya hewayê li gelek bajarên welêt 40 pile hat pîvandin.

Germahiya hewayê li Murşîdabada Rojavayê Bengalê 43, li Bankurayê jî 40 pile.

Piştî 39 û 40 pileyî li hin bajarên herêmên cuda yên Hindistanê perwerdehî hat qutkirin.

Hat hişyarkirin ku li Maharashtra germahiya hewaye 3 rojan dibe ku 2-3 pile rabe.

Duyemîn hilberînerê herî mezin ê genim ê cîhanê, Hindistan, par ji ber hewaya germ ku li ser hilberên çandiniyê dixe, qedexe li ser hinardekirina genim sepand.

Digel ku pêlên germê pêdiviya welêt bi enerjiyê zêde kir, sala borî li hin eyaletan qutbûna elektrîkê hat jiyîn.

Pispor hişyariyê didin ku pêlên germê dikare bandorek neyînî li kesên li qadên vekirî dixebitin bike.