Li Hindistanê jimara kesên di lehiyê de mirin giha 32 kesan

19 June 2022 00:58 0 dîtin
Li Hindistanê jimara kesên di lehiyê de mirin giha 32 kesan

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaletên Assam û Mexlayê barana zêde hat û bû sedema rabûna lehiyê. Di encama lehiyê de 32 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandina tv ya Çînê ya bi navê CGTN ê; rêvebiriya eyaleta Assamê ya afatan ragihand ku di encama lehiyê de li 28 navçeyan 13 kes mirine û 1.8 mîlyon kes ji lehiyê zerarê dîne.

Rêvebiriya eyaleta Mexlaya ya afatê jî ragihand ku di nav 2 rojan de 19 kes mirine.

Li eyaleta Assamê ji 3 hezar deveran 108.104 kes xwe sipartin kampên alîkariyê.

Li ser bobelata li her dû eyaletên Hindistanê, serokwezîrê Hindistanê di ser hesabê xwe yê medya civakî de tenê karibû weha bêje:

“Ez ji bo xelkê Assamê yê ku ji lehiyê bandorê dîtine, ji wan re di’a dikim.”