Li Hindistanê ji ber lehiyê 31 kes mirin

23 December 2023 00:22 0 dîtin
Li Hindistanê ji ber lehiyê 31 kes mirin

PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Tamil Naduyê ji ber barîna baranê lehî rabû û di lehiyê de 31 kes mirin. Wezîrê darayî yê Hindistanê Nirmala Sitharaman li ser barîna barana bi şid di malpera India Todayê ragihandinê kir.

Wezîr ragihand ku li Hindistanê li eyaleta Tamil Naduyê li dev erên Tenkasi, Kanyakumari, Tirunelveli û Tuticorinê ji ber barîna baranê û lehiyê 31 kes mirine.