Li eyaleta Manipur ya Hindistanê êrîs birin ser qereqolê û 10 kes mirin

11 November 2024 22:04 0 dîtin
Li eyaleta Manipur ya Hindistanê êrîs birin ser qereqolê û 10 kes mirin

PeyamaKurd – Li eyaleta Manipur ya Hindistanê li devera Jiribamê grûbekî êrîş bir ser qereqola polîsan û bi hêzên asayîşê şer kirin. Li gor çapemeniyê; di encamê de ji êrîşkeran 10 kes hatin kuştin.

Hat gotin ku şer 45 deqe dewam kiriye û niha rewş aram e. Şer û pevçûnên li Manipurê di Gulana 2023an de destpêkirin û heya niha 250 kes hatine kuştin.

Li eyaletê, grûbên etnîkî yên bi navên Meitei û Kuki hene ku bûne du cîh. Heya niha 250 kes di pevçûnan de mirine û li dora 60 hezar kes jî ji ber pevçûnan koçber bûne.