Artêsa Nîjeryayê bi balafiran êrîs bir ser çekdarên eyaleta Zamfara û Nigerê

19 March 2024 20:33 0 dîtin
Artêsa Nîjeryayê bi balafiran êrîs bir ser çekdarên eyaleta Zamfara û Nigerê

PeyamaKurd – Artêşa Nîjeryayê ragihand ku bi balafiran êrîşên hewayî biriye ser eyaletên Zamfara û Nigerê û di êrîşan de gelek kesên çekdar hatine kuştin. Artêş ragihand ku êrîşê birine ser baskê DEAŞê yê Rojavayê Afrîka yê bi navê ISWAPOyê û terorîstan kiriye armanc.

Di operasyonan de serpereştekî ISWAPOyê kuştine û gelek çekdarên wan birîndar bûne û hatine kuştin. Hem gelek muhîmmatên OSWAPOyê jî xistine dest.

Li gor ragihandina berdevkê hêzên hewayî yê Nîjeryayê (NAF) Edward Gabkwet; li eyaleta Zamparayê li Kachalla Damina û li eyaleta Nîgerê li devera Palele terorîstên ISWAPOyê tesbît kirine û operasyonan kirine.

Artêş jimara kuştî, birîndar û miqdarê muhîmmatan ranegihand.