Artêsa Nîjeryayê bi IHAyê êrîsî sîvîlan kir: 85 kustî

06 December 2023 00:44 0 dîtin
Artêsa Nîjeryayê bi IHAyê êrîsî sîvîlan kir: 85 kustî

PeyamaKurd – Artêşa Nîjeryayê li welatê xwe li eyaleta Kadunayê bi İHAyê êrîşê gundê Tudun Biri kir û bi şaşî 85 kesan kuşt. Artêşa Nîjeryayê daxwuyanî da û got ku li dijî terorîstan mîsyonekî dimeşandin lê bi şaşî li gundiyan xistine. Di êrîşê de 60 kes jî birîndar bûn.

Li gor rojanama The Guardianê; artêşa Nîjeryayê kuştina 85 kesan piştrast kiriye û gotiye ku di dema pîrozbahiya cejna olî ya civaka Misilmanan de çêbûye.

Di nava kuştiyan de zarok û jin jî hene û ji bilî kuştiyan 60 kes birîndar bûne.