Artêsa Îsraîl: Ger Îran êrîs bike em ê êrîsî nav axa Îranê bikin
PeyamaKurd - Di nûçeya radyoya artêşa Îsraîlê de, li ser gefên Îranê yên êrîşa ser Îsraîlê peyama Artêşa Îsraîlê hate belavkirin.
Di radyoya artêşê de hate gotin: "Îsraîlê di rojên dawî de ji Amerîka û welatên Ewropayê re peyam şandin û got ku heke ji axa Îranê li dijî wan êrîşeke rasterast were kirin, Îsraîl dê bersivê bide û êrîşî nav axa Îranê bike."
Encama her çi be wê Îsraîl bersivê bide
Di peyama ku Îsraîlê ji hevpeymanên xwe re şandiye de hatiye diyarkirin, "Encama êrîşê çi dibe bila bibe, ziyanekê li Îsraîlê neke jî Tel Avîv dê bersivê bide êrîşên Îranê.”
Li gorî nirxandinan armanca van peyamên Îsraîlê ew e ku rê li ber zextên civaka navdewletî bê girtin da ku ji bo êrîşeke dijî Îranê deng nekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin