Artêsa Îsraîl xwe amade dike êrîsî Îranê bike
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê xwe amade dike ku êrîşa leşkerî li dijî binkeyên hestiyar ên rejîma Îranê pêk bîne.
Malpera “Israel Today” roja Pêncşemî 28ê Xezelwerê, di raporekê de belav kiriye ku rejîma Îran di hewldanê de ye ku sîstemên berevaniyên xwe di wan deverên ku Artêşa Îsraîlê êrîşê ser wan dike, bihêztir bike.
Di wê raporê de hatiye destnîşankirin, rejîma Îranê mijûlî zêdekirina moşekên berevaniya esmanî di Sûriye, Lubnan û Îraqê û çendîn cihên din ê de ye da ku bikare balafirên Îsraîlê yên ku çekdarên Spaha Pasdaran û çekdarên terorîstî ên ser bi rejîmê dike armanc ji nav bibe.
Şirovekarê Siyasî “Riza Perçîzade” ji “Israel Today” re eşkere kiriye: “Sedema ku rejîma Îranê sîstemên berevaniya xwe di Sûriyê de bihêz kiriye ew e ku, pêşbîniya êrîşa Îsraîlê bo ser binkeyên navkiya xwe kiriye”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin