Medya Îsraîlê: Artêsa Îsraîlê xwe ji bo êrîsên muhtemel ên Îranê amade dike
PeyamaKurd – Medya Îsraîlê radigihîne ku artêşa Îsraîlê xwe ji bo êrîşên muhtemel ên milîsên Îranê amadekariyan dike.
Saziya medyayî ya dewleta Îsraîlê (KAN) ragihandiye ku îhtimal heye Îran û milîsên girêdayî wê bi ser Iraq û Yemenê de êrîşî hêzên Îsraîlê bikin û diyar kir, Îran niha amadekariya operasyonekê dike û di wê hizrê de ye ku bi milîsên li Iraqê û Hûsiyên Yemenê, êrîşî Îsraîlê bike.
Sererkanê Artêşa Îsraîlê Avîv Kochavî, piştî kuştina zanyarê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade di 22yê Kanûna 2020an de li Tehranê, hişyarî dabû Îranê ku êrîşî Îsraîlê neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin