Artêsa Îsraîlê, xwe ji bo qonaxên ser amade dike
PeyamaKurd- Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê Daniel Hagari, li ser operasyonên li dijî Xezayê axivî û got ku ew xwe ji bo qonaxên pêş amade dikin.
Daniel Hagarî, di derbarê pevçûnên artêşê yên bi Hamas û Hizbulahê re daxuyanî da û got ku artêşa Îsraîlê, xwe ji bo qonaxên pêş ên şer amade dike. Her wiha diyar kir ku hêzên asîmanî yên Îsraîlê, bi leza ku ev deh sal in nehatiye dîtin li Xezayê daye.
Hagarî destnîşan kir ku li gorî daneyên berdest, ji sedî zêdetir welatiyên Îsraîlî niha wenda ne lê tê payîn ku ev hejmar bi naskirina cenazeyan re biguhere.
Berdevkê artêşê bal kişand ser daxuyaniya Pentagonê ya ku gotibû keştiyeke şer a Amerîkayê 3 moşekên krûz û gelek balafirên bêmirov ên ku ji aliyê Hûsiyan ve li Yemenê hatin havêtin xistin xwarê û wiha got: "Ev yek, îspata şiyanên Amerîkayê ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin