Kazimî bo girtina kujerê malbata Kurd spasî li Mesrûr Barzanî û li Asayîsê kir

17 September 2020 12:00 0 dîtin
Kazimî bo girtina kujerê malbata Kurd spasî li Mesrûr Barzanî û li Asayîsê kir

PeyamaKurd Li ser girtina kûjerê malbata Kurd li Hewlêrê ji aliye Dijeterora Kurdistanê ve, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek belav kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser twittera xwe peyamek belav kir û tê de diyar kir: “Me li gel hêzên ewlehiyê yên qehreman, serperiştiya lêkolîna tawaneke kirêt kir. Tê de tawanbarekî malbateke Iraqî li Bexdayê kuştibû. Heta gihîştin tawanbar desteser bikin.”

Kazimî di peyama xwe de dibêje: “Spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê yên Herêmê dikim, ji ber hevkariya wan ya bi berhem bi dezgehên ewlehiya federalî re, ji bo di demeke kurt de tawanbar desteser bikin.”

Kujerê her sê welatiyên Kurd piştî ku li Hewlêrê ji aliyê hêzên Asayişa Herêma Kurdistaê ve hat girtin û li tawana xwe mikur hat, radestî hêzên ewlehiyê yên Bexdayê hat kirin.

Tawanbarekî Iraqî berî du rojan 3 endamê malbateke Kurd li Bexdayê kuştibû. Tawanbar, do li Hewlêrê ji aliyê Dijeterora Kurdistanê ve hatibû desteserkirin.