Tîmên Kurdistanê kujerê malbata Dara Raûf li Hewlêrê girtin

16 September 2020 23:13 0 dîtin
Tîmên Kurdistanê kujerê malbata Dara Raûf li Hewlêrê girtin

PeyamaKurd- Li Bexdayê kujerê ku Dara Raûf, jina wî û keça wî qetilkir, li Kurdistanê, li Hewlêrê ji aliyê têmên antîterorê yên Kurdistanê de hat girtin. Malbata Dara Raûf li Bexdayê dima. Li gor ragihandina ajansa K24 ê; kujerê bi navê Mehdî Huseyin Nasir Meter xwe li Hewlêrê veşartiye û ji aliyê rêvebiriya asayîşa Hewlêrê de hatiye şopandin û girtin.

Kujer Meter di sala 1984 an de li Bexdayê hatiye dinyayê û di îfadeyên xwe de her tiştî gotiye. Meter di wezareta karên hundir ya Iraqê de dixebite û ewlehiya balyozxaneya Rûsyayê ya Bexdayê dikir. Di îfadê xwe de gotiye ku 4 sale Dara Raûf dinase, deyndar bûye û ji Dara Raûf pere xwestiye. 2 roj berê çûye ji Dara Raûf pere xwestiye û weha dewam dike:

“Dara Raûf got ku pere wî nîne. Bi min re kêrekî hebû. Min bi kêrê lêxist. Piştî kuştinê ez ketim şoqê û min xwest cenaze veşêrim. Di peyde hevjîna Raûf hat û qêriya. Min wê jî kuşt û di pey wê de keça wan Şîlan hat. Min wê jî kuşt. Ez bi ereba xwe ya taybet hatim Hewlêrê da derêm derveyê welat. Min xwest li Hewlêrê ewraqên xwe çêbikim û herim Tirkiyê.”

Êvara duşema borî li Bexdayê serê 3 ferdên malbata Kurd, li Bexdayê di mala wan de hatibûn jêkirin û kuştin. Li gor medya Iraqê xwendekara zankoyê ya bi navê Şîlan Dara, diya wê Aliye Necmî û bavê wê Dara Raûf, di mala wan de serê wan hatibû jêkirin. Tecawuzê keça malbatê Şîlan hatibû kirin û her dû çîmên wê jêkirîbûn.