Malbata Senyasar: Daxwazên me yên însanî û hiqûqî bi pas de nexin

28 March 2022 13:38 0 dîtin
Malbata Senyasar: Daxwazên me yên însanî û hiqûqî bi pas de nexin

PeyamaKurd Malbata Şenyaşar ya ku di 14ê Hezîrana sala 2018an de xizm û parastvanên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz li Sirûcê ya Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir û di encamê de, hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin axivî û diyar kir, wê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin û wiha got: “Vaye demsaleke din a havînêhat. Daxwazên me yên însanî û hiqûqî bi paş de nexin.” 

Malbatê êkildarî mijarê li ser hesaba xwe yê medyaya civakî peyam parve kir û destnîşan kir: “Di sir û seqema zivistanê de jî me dev ji daxwaza xwe ya edaletê berneda. Vaye havîneke din jî hat. Daxwazên me yên însanî û hiqûqî bi paş de nexin! Li edaletê tê gerîn!” 

Herwiha Ferît Şenyaşar eşkere kir, heta edalet pêk tê wê ji ber deriyê edliyeyê neçin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye, di 14ê Hezîrana sala 2018an de, xizm û parastvanên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz li Sirûcê ya Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Dayika Emîne Şenyaşar ji bo ku kujerên malbata wê bên girtin û kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan, di 9ê Adara 2021an de li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Çalakiya wan di roja 385an de berdewam kir. Ji ber ku Emîne Şenyaşar nexweş bû, nekarî îro tev li çalakiyê bibe û nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand.