Malbata Senyasar: Li Rihayê edalet tenê wek peyvê heye

09 September 2022 13:29 0 dîtin
Malbata Senyasar: Li Rihayê edalet tenê wek peyvê heye

PeyamaKurd –  Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne bi peyamekê bang li Wezareta Dadê kir û got: “Li Rihayê edalet tenê wek peyvê heye. Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bîranîn.”

Li pêşiya Edliyeya Rihayê, Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9ê Adara 2021an de daye destpêkirin di roja 550emîn de berdewam dike. Hat zanîn, dayik Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tevlî çalakiyê nebû û kurê wê Ferît Şenyaşar bi tenê li “Quncika edaletê yê malbata Şenyaşar” nobet girt. 

Herwiha malbat li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Wezareta Dadê etîket kir û da zanîn: “Tu qîmeta gotinên ku nekevin meriyetê nîn in. Li Rihayê edalet tenê wek pêyv heye. Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn. Ji bo edaletê nobet di roja 550yan de didome.”